Xwe li Swêdê ji bo karekî amade bike

Bêyî tu bar bikî Swêdê tu dişixulî û tu dixwazî zanibî ka tu çawa dikarî van tecrûbeyên xwe li vir bi kar binî?

Wê demê nirxandineke xwe bi xwe çê bike da ku tu bibînî ka tu çi di kar ango pî şeya xwe de dizanî û karê ku te dikirin çi bûn. Bi vê rêyê tu dikarî bibînî ka ji bo heman karî li Swêdê çi lazim e.

Ji bo nirxandina xwe bi xwe tu formekî dadigirî ku li gorî rew şa pîşeya te ya li bazara kar a Swêdê hatiye amade kirin. Dema tu tecrûbeyên xwe dinirxînî tu dikarî, bi Daîreya Karî (Arbetsförmedligen) re jî, bibînî û zanibî ka divê tu ji bo vê pîşeyê xwe çawa amade bikî û ji bo vê çiqas dem lazim e. Herwiha wê demê derdikeve holê ka lazim e tu zanyarî û tecrûbeyên xwe bi pêş ve bibî û temam bikî. Belkî ji te re rêberek lazim be, belkî divê tu perwerdehiyê bibînî, praktîkê bikî yan jî belkî divê tu zanyarî û tecrûbeyên xwe bidî tesdîq kirin.

Hemû tecrûbe û zanyariyên te yên ji welatekî din têne hejmartin. Ji bo tesdîqkirinê tecrûbeyên te yên şixul ên berê bi karekî weke vî yê li Swêdê re tê danberhev.

Tu bi xwe form dadigirî û taybetî û tecrûbeyên xwe dinirxînî.

Eger alîkarî ji te re lazim be tu dikarî li ser vê hejmarê li Daîreya Karî bigerî, 0771-416 416.


Tillägsinformation

Nirxandina xwe bi xwe ya branşan

Birêveber
(Administratör)

Avakirina xanî û tesîsan
(Bygg och anläggning)

CNC (Computer Numerical Control) û atêlye
(CNC och verkstad)

Firotin û firoşvanên dikanan
(Försäljning och butikssäljare)

Berber (Kuafor)
(Frisör)

Hotell
(Hotell)

Paqijkirina lokalan
(Lokalvårdare)

Makîne û vînçajo
(Maskin- och kranförare)

Branşa motoran
(Motorbranschen)

Restoran
(Restaurang)

Lehîmkirin
(Svetsare)

Ajovanê meslekî: Otobûs û kamyon
(Yrkesförare: buss och lastbil)